Lîsteya sedûpênciyan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Piştî Şerê Rizgariyê yê Komara Tirkiyê, lîsteya kesên ku nayên xwestin hate amadekirin û ev nav, navê vê lîsteya kesên ku nayên xwestinbûn. Di destpêkê de lîsteya ku ji aliyê wezareta karêhundir a Tirkiyê ve hate amadekirin, ji 600 kesan pêk dihat. Di xaleke Peymana Lozanê de dihate diyarkirin ku divê hejmara mirovên werin sûrgûnkirin 150 kesî derbas neke, lewma ev lîste pêşî 300 dûre daketiye 149 kesan. Lê belê lîsteya ku jê re tê gotin "Lîsteya sedûpênciyan" û 23'ê Nîsanê 1924'an de di rûniştina Desteya Wezîran a Tirkiyê û Meclîsa Mezin a Tirkiyê de hate destnîşankirin. Lîste, bi biryara Tirkiyê ya dîroka 1'ê hezîranê 1924'an, xwediyê rojnameya 'Köylü Gazetesi' Refet Beg ji lê hate zêdekirin û weke rewşa xwe ya dawi, weke 150 kesan hate qebûlkirin.
Her çend di 28’ê hezîranê 1938’an de, qanûna “hatina 150 kesan asteng dike” were rakirin jî, kesên vegeriyan zêde çênebûn.
Di roja me ya îro de, rewşa 600 kesî ya vê lîsteyê hîn jî nehatiye eşkerekirin.