![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/3f/Map_of_Ukraine_with_Cities.png/640px-Map_of_Ukraine_with_Cities.png&w=640&q=50)
Lîsteya bajarên Ûkraynayê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Va ye lîsteya hin bajarên Ûkraynayê ye.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/3f/Map_of_Ukraine_with_Cities.png/640px-Map_of_Ukraine_with_Cities.png)
Li Ûkraynayê 24 oblast û 459 bajar (bi ûkranyayî: мiсто, mîsto) hene. Ji van bajaran, Kîev (Kiyîv) û Sevastopol xwediyê statûya taybet in. Her wiha bajarê Krîmê ku li sala 2014an ji aliyê Rûsya ve hate dagirkirin, li gor makeqanûna Ûkraynayê komareke xweser e. Dîsa qismek ji bajarên Donyetsk û Lûganskê, ku wek Herêma Donbasê tên binavkirin, di bin kontrola alîgirên Rûsyayê de ne. Li herêma Donbasê ji sala 2014an ve şerê navxweyî didome. Bi giştî 279 bajarê rayon û 178 bajar ên ku bi oblastekê ve girêdayî ne hene.
Li gor hejmara nifûsê bajarên herî mezin Kîev, Xarkîv û Dnîpro ne. Bajarên wek Xarkov, Dnîpro û Zaporîjjiya bi sanayiyê û bajarên wek Kîev, Odessa û Lvîvê jî di warê turîzmê de pêşketî ne.