Fîlozofiya polîtîk an jî baweriyê ya ku li ser ramanên azadî û wekheviyê hatiye avakirin From Wikipedia, the free encyclopedia
Lîberalîzm/lîberasyonîzm, nêrîneke siyasî û exlaqî ye ku li ser bingeha mafên takekesî û azadiyê disekine.[1] Lîberalîzma ku bi fikra azadiya takekesî û mafên takekesî dest pê kir, di salên pêş de li cûrbecûr dabeş bû û dest pê kir ku girîngiya prensîba wekheviya kesan giran bike. Dema ku lîberalîzma klasîk girîngiyê dide rola azadiyên takekesî, lîberalîzma civakî jî bi qasî ku; balê dikişîne ser girîngiya prensîba mafê wekheviya kesan û armanc dike ku hevsengiyek di navbera azadî û wekheviyê de çêbike. Nêrîna lîberal gelek nêrînan digirin ku ew bi gelemperî piştgirî didin ramanên wekî azadiya axaftinê, azadiya baweriyê, azadiya çapemeniyê, mafên sivîl û azadiya sivîl, dewleta laîk, demokrasiya lîberal û azadiya aborî.[2]
Peyva lîberalîsm, ji peyva Latînî "liber" ku wata wê 'azad' e, hatiye wergirtin. Di serdema niha de, lîberalîsm wek behweriyek, yan jî tevgerek siyasî û civakî ye. Armanca wê azadkirina mirov e, çi wek tek, çi wek kom, yan civak. Azadkirina wî ji qeydên desthilatdariyê, bi hemî rengên xwe (siyasî, abûrî, yan jî rewşenbîrî).
Kakilê felsefa lîberal, ew e ku "tekemirov" bingeh e, û tiştê herî giring e. Ku mirov dema ji dayk dibe, berî her tiştekî, mafê wî yê jiyanê heye. Ji vî mafî hemî mefên wî yên din şaxdidin.
Mirov dikare têgehê lîberalîsmê, di risteyekê de kurtbibirin: ji mafê tekemirove ku jiyana xwe li gor daxwazî, hez, û behweriyên xwe bije. Dirûşma lîberalan, ev e: "Bihêle karê xwe bike, bihêle derbazbibe".
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.