From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurdên Qefqazê li herêmên Sovyeta berê de dijîn. Bingeha van kurdan digehe Şedadîyan. Bi giştî li Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê de dijîn. Her wisa li Rûsyayê û hinek dewletên din yê Asyaya Navendî de jî dijîn. Ev kurdên van herêman têkildarî hev in.
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
---|---|
Azerbaycan | 70,000 - 180,000 (2009)[1][2] |
Ermenistan | 37,770 (2011)[3] |
Qefqasyayê rûsî | 18,336 (2002)[4] |
Gurcistan | 18,329 (2014)[5] |
Ziman | |
Zimanê dayikê: kurdî, zimanên din: azerî, rûsî, gurcî û ermenî | |
Baweriya dînî | |
Îslam, êzidîtî û xiristiyanî |
Li hikûmeta sovyetan ya Azerbaycanê de di destpêka sala 1921ê de hinek reform ji bo kurdan hatin kirin ku jiyana kurdan baştir bike. Bi vê armancê hikûmeta Azerbaycanê bi qanûnekê ji bajarên Laçîn, Qûbadlî, Kelbajar, Zengilî herêmeke otonom ava dikin. Navenda herêmê Laçîn bû. Di herêmê de bi navê Kurdistana Sovyetê rojnameyek dihat derxistin. Li bajarê Şuşayê dibistana mamosteyan hate vekirin. Radyoyeke kurdî hate ava kirin. Perwerdahiya zarokên kurdan bi zimanê dayikê dihate kirin.
Piştî êrîşa 9ê gulana 1992an a li Şûşayê, aloziya siyasî ya navxweyî li Azerbaycanê gihîşt lûtkeyê. Di 14ê Gulanê de, di rûniştina awarte ya Encûmena Niştimanî ya Sovyeta Bilind a Azerbaycanê de, Ayaz Mutallibov ragihand ku Şûşa û Xocely ji ber xeletiyên siyasî hatine dagîrkirin. Di heman rojê de dîsa tê hilbijartin Serokê Azerbaycanê, lê tenê rojekê dom dike. Eniya Gel a Azerbaycanê vegerandina Mutallîbov wek derbeyekê dihesibîne û bang li xelkê dike ku li dijî vê yekê rawestin. Mutallibov di 15ê Gulanê de ji desthilatê hatibû dûrxistin. Di 16ê Gulanê de rewşa Azerbaycanê dikeve bin kontrola Eniya Gel. Konseya Neteweyî ya Sovyeta Bilind a Azerbaycanê îstifakirina Yagub Mammadov (siyasetmedar) qebûl dike. Di 18ê gulanê de Îsa Gambar heta hilbijartinên serokomariyê erkên serokê dewletê digire ser xwe.[6]
Ermenistan ji bo kurdan navendeke çandî bû. Hejmarek hêja kurd li Ermenistanê hebûn. Li Ermenistanê gelek xebatên kurdî dihatin kirin. Di navbera salên 1921 û 1929ê de bi elfebaya kirîlî berhemên kurdî dihatin weşandin. Li sala 1929ê bi biryara hikûmeta Ermenistanê alfabeya latinî ya kurdî hate bikaranîn. Li sal 1921ê pirtûkên gramera kurdî hate weşndin. Li sala 1931ê de li Erîvanê ji bo perwerdehiya mamosteyên kurd, akademiyek hate vekirin. Li sala 1922yê hejmara pirtûkên kurdî 32 bûn ku hatine çap kirin. Li sala 1937ê ev gihîşt 70ê pirtûkan [7]
Di 20emîn sedsalê de pirraniya wan ji ber sedemên olî (cûdakirina olî) ji Emperatoriya Osmanî koçî Emperatoriya Rûsî û xwe li erdên gurcî bi cih kirin.[8] Îro kurdên Gurcistanê bi giranî li dora Tbilîsî[9] (paytexta Gurcistanê) û Rustavi dijîn. Rewşa wan li gorî rewşa kurdên Tirkiye û yên Farisê baştir e, ji ber ku ew rastî cûdabûna civakî, olî, aborî an jî siyasî nayin.[9] Lewra ew xwediyê dibistan, pirtûkên perwerdehiyê û çapemeniya serbixwe ne jî. Ji ber perwerdehiya zikmakî alfabetîzm pir zû pêşket û analfabetîzm di destpêka 1900'an de ji holê rabû.[9] Di destpêka sedsala 20'mîn de paşnavên rûsî li hemû gelên federasyona sovyet hatibûn dayîn. Hin malbatên kurd ji ber vê yekê paşnavên xwe yên berê dixwezin û tenê di vê mijarê de rastî tengasiyan dibin.[10]
Li sala 1944ê de jî kurdên Gurcistanê ji aliyê sovyetan sirgûnî komarên Asyaya Navendî kirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.