From Wikipedia, the free encyclopedia
Mirina masûlkeyên dil (miyokardînfarkt, înfarkta dil, qeyrana dil an jî krîza dil) yek ji nexweşiyên ku di rêzên pêşîn de can digirin, ziyaneke mezin î aborî didin e.
Wekî tê zanîn dil masûlkeyek e, pompeyek e. Dil ji du hefteyiyê heya dawiya jiyanê xwînê pompe dike laş û xwîna kirêt vedikişîne bo paqijkirinê. Dileke bêproblem di rehetiyê de li dora 60-100 carî lêdide. Dil di nava rîtma xwe de pompe dike. Dil çawa xwînê dide laş, ewqas jî pêdiviya wê bi xwînê heye. Masûlkeyên dil oksîjen û xurdemeniyê bi riya xwînberên koronerî yên ku ji masûlkeyên dil berpirsiyar in digirin.
Mixabin rojekê tê, lûleyên laş, herwekî xwînberên koronerî dixitimin û xwîn kêm an hîç naçe dil. Wê gavê îşemî destpêdike û heger mudahale nebe, ew cihê ku xwînberên koronerî xwînê dideyê dimirin û Mirina masûlkeyên dil pêk tê.
Helbet di hin mirovan de sîmptomên din jî xwe didin der. Bo mînak li cem hinekan orta piştê, girik an zikê de êş hwd. Pirranî li cem jinan nîşaneyên wiha dertên.
Heger ji van sîmptoman kêm 4 heb kivşe ne û ji 20 dq zêdetir bêî rawestîn didome divê mirov bilez xwe bigîhîne nexweşxaneyê. Lewra dil ketiye talûkeya mirinê. Li vir dem wekî zêr e. Çiqas jû tedawî ewqas kêm tehrîbat di masûlkeyên dil de.
Heger heya 6 saetî midehele bûye û bi lêgerîna kateterê xwînbera koronerî ya ku xitimiye hatiye vekirin û dîsa xwîn çûye masûlkeyên dil, ziyan kêm dibe. Heger ji 12 saetî zêdetir lêgerîna katater nehatiye kirin, bi dayina dermanên xwînê tenik dikin (Heparîn hwd), balon anjiyoplastî, dayîna Stent, by-pass hwd nehatibe kirin êdî pirr dereng e û êş jî êdî namîne. Ew cihê ku ji wê lûleya xitimî xwîn digirt edî miriye û fonksiyonê nake.
Mirina masûlkeyên dil pirranî xwe li cem mêran dide der.
Înfarkta dil belayeke cidî û bixetere ye. Heger piştî înfarktê 2 saetan nexweş hê dijî, mirov dikare bêje wê talûkeya mezin a yekemîn derbaskiriye. Lê înfarkta duyemîn hergav li bendê ye. Heger nexweş jiyana xwe ji serî ve biguherîne, rîskan kêm bike dikare temenê xwe dirêj bike û komplîkasyonên înfarkê hiştiye bigre bin kontrolê nehêle zêde bibin. Nexweşiyên Dil -Lûleyeên xwînê wekî şer bi dijmin re ye. Heger mirov jiyana xwe radîkal neguherîne înfarka duyemîn, felc heya mirin dikare pêk were.
Îro li rûyê cîhanê bi milyonan kesên înfarkderbaskirî jiyana xwe guhertine, wekî berê nebe jî dijîn û karê xwe dikin. Mixabin li Kurdistanê pirraniya kesên înfarkt derbasdikin dimirin. Lewra nexweşxaneyên têkûz kêm în û pir biha ne. Tenê lêgerîna kateterê bi tevê razana nexweşxaneyê û stentê herî kêm 4-5 hezar dolar e. Di operasyonên by-passê de ev digihêje hin caran 15-20 hezar dolarî.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.