Koma PCKurd
From Wikipedia, the free encyclopedia
Koma PCKurd, ji aliyê komek kesên ku bi komputergeriya kurdî re têkildar dibin ve, di adara 2005'an de hate avakirin. Kesên di avakariya vê komê de cih girtin Rêzan Tovjîn, Erdal Ronahî, Serhad Ronahî, Rizoyê Xerzî, Ridvan Bozkurt, Amed Çeko Jiyan û Elîxan Loran bûn. Armanca komê ew bû ku çi pergalên xebatê û bernameyên komputergeriyê hebin, hemûyî wergerînin kurdî û ji bo pêşketina zimanê komputergeriyê yê kurdî bixebitin. Armanca sereke ya Koma PCKurd ew e ku bernameyên Nivîsbariya azad wergerînin kurdî.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/thumb/b/b5/Kovara_pckurd.jpg/220px-Kovara_pckurd.jpg)