From Wikipedia, the free encyclopedia
Kolezyûm (bi îtalî: Colosseo; herweha Coliseum an Kolîseyûm) amfîtiyatreka wekî hêkekê ye ko li navenda bajarê Romê li Îtalyayê ye. Dîroknas û arkeologên nûjen navê bi latînî: Amphithreatrum Flauium bikar tînin (bi îtalî: Anfiteatro Flavio) ji ber ku împeratoren Romê ên xanedaniya Flauia ew ava kirine.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên erebî, katalanî û bulgarî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îtalî, almanî û îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Nijinîna wê li dema desthilatdariya împerator Uespasianus di navbera salên 70ê heta 72ê zayînî da dest pê bû li sala 80ê, li dema desthilatdariya Titûs dawî bû. Paştir li dema Domitianus hindek guherandin di avahiyê wê da hatin kirin.
Li destpêkê cihê rûniştina 50,000 temaşevanan li Kolezyûmê hebû. Kolezyûm zêdetir jibo nîşadana şerên gladiyatoran dihat bikaranîn. Jibo 500 salan berêkanê û musabiqe li Kolezyûmê dihatin kirin, ya herî dawîn li sedsala 6ê ya zayînî bû ko gelek piştî herifyana fermî ya Împeratoriya Romê ya Rojava li sala 476ê zayînî ye.
Herçend e niha nîvherifyayî ye, lê Kolezyûm heta van dawiyan jî wekî yek ji nîşanên hêz û xurtanî ya Împeratoriya Romayê dihat hesibandin. Kolezyûm niha yek ji balkêştirîn cihên Îtalyaya nûdem e ko gerok anko turîst seredana wê dikin. Kolezyûm hêşta jî girêdayî Dêra katolîk ye û hersal li roja Eyniya Baş anko Îna Baş papa tîtaleka dînî li wêderê birêvedibit.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.