Koça Qewman
From Wikipedia, the free encyclopedia
Koça Qoman an jî Dema Koçê (bi ingîlîzî, migration period) Herka Barbaran (bi ingîlîzî, barbarian invasions) navekê dîroknasan daye koçên di navbera 300anan û 700anan hatî dî bû. Bi wan koçan re li Ewropa Serdema Kevnare dereng xelas dibe serdema navîn dest pê dike.
Di koçê de Got, Vandal û Frankan, û hin gelên dinên germanî û slavî hat koç kirî bû. Gorî hin dîroknasan koç kengê hûnan li Asyaya Navendî de dest bi koç kirinê dike şunda dest pê dike. Hûnan ber bi Ewropa û Rûsya koç kirin şunda gelên din jî ji pêra koç kirin.
Wê koçê heta salên 1000an dewam kir û paş koçê re Slav, alan, avar, bulgar, mecar, peçenek, kuman û tataran etnîk avahiya Ewropaya Rojava gelek hat guhertin.
Li ber hunan li Ewropaya gotan, di sedsala 2'an de ji Polonyaya îroj de ber bi Deryaya Reş koç kirin. Bi wê koçê re wan vandal û markommenên başûr de, Burgundan jî ber bi rojava koçê re zor kirin. Ew koçaka gelaya mezina herî pêş de bû. Li dor 290an gotan wek vizigot, ango "gotên rojavayî" û ostrogot an "gotên rojhelatî" bûn du paran. Ostrogot li dor Derya Reş li Ûkranyaya îroj, vîzîgot jî li Balkanan li bakurê Danûb bicih bûn.
Nêzî dema koça gotan, langobardana ji Elbe de ber bi navbera Awistirya û Çekyaya îroj koç kirin.