Kilince
cureyeke quşxaneyê ye. Ji quşxaneya ku dardekirî re tê gotin / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kilince cureyeke quşxaneyê ye. Ji quşxaneya ku dardekirî re tê gotin. Niha li Kurdistanê êdî nayên bikaranîn, lewra agir û dûmana wê gelek e. Heger di nava pêxerî, kuçik, bapor, berwesêlek dagirtî de bê bikaranîn dibe, dûman di dûkêşê de dikişe, nakeve çavên mirov.
Kilince berê di seferberî, koçerî û şer de pirr dihatibûye bikaranîn. Bi zincîran dihatibûye dardekirin, agir didabûne binî. Dev û dora kilinceyê reş dibûye. Hin dibêjin xwarina di kilinceyê de bê kelandin, pirr bitehm dibe.