Parçikê bingehîn
parçika binatomîk a ku binesaziya wê nay zanîn / From Wikipedia, the free encyclopedia
Parçikê bingehîn, keriyê hîmanî di fizîka parçikan da keriyekê atomê ye ko hêşta nehatiye zanîn dabêşî keriyên dî bibit. Eger keriyek bi rastî keriyeka hîmanî bit hingî dibit yek ji keriyên bingehîn yên gerdûn anko hebûnê ye ko hemî keriyên mezintir yên dî ji wê hatine çêkirin. Di bîrdoz anko teorî ya nûdema fîzîka keriyan da, li goreyê wî modelê dibêjinê Modela Standard, kuark, lepton û bosonên pîvikî keriyên hîmanî ne.
Bi awayekê dîrokî, hadron (meson û baryonên mîna nutron û protonan) û li deman demekê atom bi xwe jî keriyên hîmanî dihatin hesibandin. Hizira bingehîn di bîrdoza keriyên hîmanî da hizira kuantom (bi Inglîzî: quantum) ya sedsala bîstê ye ko şoreşek di têgehiştina me li tîdana karevayî-asinrevayî çêkir û mekanîka kuantom jê peyda bû.