From Wikipedia, the free encyclopedia
Rektorê Zanîngeha Silêmaniyê û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê yê kevn Prof Dr. Kemal Xoşnav, 12.12 2004an de li Amerîkayê çû ser dilovaniya xwedê.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tîrmeh 2024) |
Kemal Xoşnav | |
---|---|
Jidayikbûn | 1939an |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xoşnav, di sala 1939an de li bajarê Şeqlawayê hatiye dinê. Ji mala begzadeyê Şeqlawayê ye. Xoşnav, dibîstana serate û ya navîn li Şeqlawayê xwendiye. Dibistana amadehiyê jî, li Hewlerê xwendiye.
Li Zanîngeha Bexdayê, Beşa Zanîngeha Çandinê xilas kiriye. Li Yugoslavya yê doktora xwe xilas kiriye. Paşê dîsa vegeriya ye zanîngeha Bexdayê li Kuliya çandiniyê mamostetî kiriye.
Xoşnav, di dest pê ka sala 1960 î de beşdarê Şoreşa Îlonê bûye. Di sala 1975'an de di vê şoreşê de birîndar bûye û çûye Ewropayê ji bo dermankirinê.
Di sala 1968 a de Zanîngeha Sileymaniyê avakiriye (damezrandiye).
Di sala 1976 ê de li Sûriyeyê tevê hinek hevalên xwe (Mam Celal) YNKê avadikin. Di van dema de li hinek li Lîbyayê jî, dimîne.
Xoşnav, ji sala 1976an heta sala 1985an wek endamê dibistanê ramyarî di nav YNKê de cîh girt. Di sala 1982 a heta 1985 a wek berpirsê malbenda 4 emîn ya YNKê li herêma Hewlêr karkir. Di sala 1988 a heta 1989 a berpirsê giştiyê YNKê yê Îranê bû. Di sala 1989 a heta 1993 a berpirsê têkliyên giştiya YNKê ya Sûriyeyê bû.
Di sala 1993 a de vegeriya Başûrê Kurdistanê. Di van salan de mamostetiya Kolîca Koştokalê (Zanîngeha Çandinê) ya Zanîngeha Selahedinê kir.
Di sala 1996 a de heta ku çû li ser dilovaniya xwe Rektorê Zanîngeha Silêmanîyê dikir
Xoşnav, ji sala 1978 a heta ku çû ser dilovaniya xwe, di nav şoreşa Kurdistan de wek pêşmergeyekî cîh girtîye. Xoşnav, dema ku çû ser dilovaniya xwe, bi navê Zervan û Zinar du keçê wî hebûn.
Ev gotara ji bo siyasetmedarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.