Kartela Nifşa Nû ya Jalîsko
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kartela Nifşa Nû ya Jalîsko (bi kurte "KNNJ"; bi spanî: Cártel de Jalisco Nueva Generación an jî CJNG, kartelekî narkotîkê ya li Meksîkê ye. Di sala 2010an de hate damezrandin, ku ji girtina El Chapo ya di sala 2016an de wekî kartela narkotîkê ya Meksîkê ya herî bi hêz tê hesibandin. KNNJ li parêzgeha Jalîsko ye. Nemesio Ruben Oseguera Cervantes (navê dizî El Mencho ) wekî damezrînerê CJNG û wekî serokê heyî tê hesibandin. Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî di Nîsana 2015an de ew û CJNG wekî qaçaxçiyên narkotîkê yên navneteweyî destnîşan kir û ceza dan.