Kamîkaze
Di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem de(1944-45) êrîşên xwekuj ên balafirên japonan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kamîkaze, peyveke japonî ye ku ji bo balafirvanên xwekujî yên Împeratoriya Japonê tê bikaranîn.[1] Navê xwe ji teyfûnekî (bagêrên ku di Okyanûsa Hindî de çêdibin) girtiye ku vê teyfûnê di sedsala 13em de keştiyên mongolî wêran kiriye û Japon ji dakirkeriyê xelas kiriye. Di salên dawî yên Şerê Cîhanî yê Duyem de, balafirvanên kamîkaze armanc kiribûn ku bi balafirên xwe yên bi teqemenî, bombe û sotemeniyeke gelek zêde ve barkirî, êrîşê keştiyên hêzên hevpeymaniyê bikin û bi vî awayî jî ziyaneke mezin bigihînin wan.[2]
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna pêşîn 2020) |
Gelek mirov bawer dikin ku peyva kamîkazeyê ji aliyê artêşa japonî ve hatiye dayîn, lê ev ne rast e. Artêşa japonî ji balafirvanên xwekujî re tokubetsu kōgeki tai (特別攻撃隊) digot û wateya wê Yekîneya Palemarî ya Taybet bû. Bi giştî wek tokkōtai (特 攻 隊) dihatin kurtkirin. Ji bo êrîşên xwekujî yên ku ji aliyê balafirvanên stolê ve dihatin kirin, wek shinpū tokubetsu kōgeki tai (神風特別攻撃隊) dihatin binavkirin. Wergerên amerîkî bi şaşî peyva shinpū'yê (bayê rewanî-xwedayî) wek "kamîkaze" xwendin. Pişt re ji ber ku ev nav di çanda japoniyan de pir dihatin zanîn, japoniyan jî dest pê bikaranîna peyva kamîkaze kirin.