Peykerê xaneyê
tora rîşên proteînan / From Wikipedia, the free encyclopedia
Peykerê xaneyê (bi înglîzî: cytoskeleton / cell skeleton) tora rîşên proteînên nav sîtoplazmayê ye
Hemû xane xwediyê peyker in. Peyker şikil dide xaneyê. Endamokên xaneyê bi alîkariya peykerê xaneyê, di nav sîtoplazmayê de cih diguherin, an jî xwe bi peykerê xaneyê ve girê didin û ciyê xwe sabit dikin. Li gel endamokan, xane jî bi alîkariya peyker dilive. Herwisa peykerê xaneyê dema dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna kromozom û sîtoplazmayê jî alîkarî bi xaneyê dike. Peykerê xaneyên eukaryotî ji sê cor proteînan pêk tê.