Kakût
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kakût, qerqûde an jî îskelet (bi yewnanî skeletos tê wateya laşê ziwa) beşa laşê zindiyan e ku ji hestî û movikan pêk tê û alîkariya binyata bedenê dike. Du cure qerqûde hene ; Qerqûda-derveyî (Ekzoskelet) li dora laş hatiye pêçan û ji derve laşê zindiyan diparêze.Ev cureyê qerqûde bi giştî di laşê famîleya bêmazmazkan de peyde dibe û Qerqûda-navîn(Endoskelet) di hundirê laşê zindiyan de ye. Ev cureyê qerqûde di laşê ajalên famîleya mazmazkan de peyde dibe.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d4/Hym-myrmicinae.gif/320px-Hym-myrmicinae.gif)