From Wikipedia, the free encyclopedia
Kahû, kaho, loçik, xas an xes (navê zanistî yê latînî: Lactuca sativa) riwekeke xwarinê ye ji famîleya stêregulan (Asteraceae).
Bi havînê gupikên xwe vedike, heya 30 – 100 cm bilind dibe. Li Kurdistanê parêzgehên Dîlok, Riha, Îdir, Erzîrom, Wan, Mûşê bo firotinê çandiniya wê tê kirin. Xelk ji bo xwarina malbatê di bostanan de diacon. Ligel gelek vîtamîn û madeyên bikêr, tê de nîtrat jî heye ku ev ne baş e.
100 g Kahû kêm zêde vana dihewîne:[1][2] | ||||||||||||||||
kcal. | Av | Proteîn | Karbonhîdrat | Don, tawaş | Kaliyûm | Kalsiyûm | Fosfor | Magnezyûm | Natriyûm | Hesin | Vîtamîn A | Vîtamîn B1 | Vîtamîn B2 | Vîtamîn C | Vîtamîn E | Niyacin |
13 | 95g | 1,3 g | 2,2 g | 0,2 | 224 mg | 37 mg | 33 mg | 11 mg | 32 mg | 1,1 mg | 0,24 mg | 0,062 mg | 0,078 mg | 13 mg | 0,57 mg | 0,4 mg |
Başûrê Ewropa, Hindistan, Asya nêzîk, bakurê Afrîka ji berê de cihên lê xas dihatiye çandin e. Di demên antîk de herwiha dihatibûya xwarin. Ji ber etenê zû kartû dibe, divê mirov bi tezeyî bikarbîne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.