From Wikipedia, the free encyclopedia
Kadiz an Kehdiz an jî Riya Kadizê, galaksiyek e ku di nav de sîstema rojê cih digire. Ji hêla pênaseya ku ji dinyayê ve dixûyê galaksî wekî ronahiyek mijdar e ku li ezmanan ji stêrkên ku bi çavên mirovan nayên cûdakirin pêk tê. Ew tenê yek ji gelek galaksiyên ku di gerdûna çavdêrî de tê dîtin e. Di 23ê cotmeha sala 2015an, nexşeya galaksiya Kehdizê bi 46 milyar pikselan "855,000X54,000" ji aliyê stêrnasên alman, endamên Ruhr-Universität Bochum ve hatiye weşandin.
Kadiz, Riya Kadizê | |
---|---|
Observation data | |
Type | SBbc (barred spiral galaxy) |
Diameter | 100,000 light years |
Stûrî | 12,000 light years (gas)[1] 1,000 light years (stars) |
Jimara stêrkê | 200 to 400 billion |
Stêrka herî kevn | 13.2 billion years |
Giranî | 5.8×1011 M☉ |
Sun's distance to galactic center | 26,000 ± 1400 light-years |
Sun's galactic rotation period | 220 million years (negative rotation) |
Spiral pattern rotation period | 50 million years[2] |
Bar pattern rotation period | 15 to 18 million years[2] |
Speed relative to CMB rest frame | 552 km/s[3] |
binêre: Galaksî, List of galaxies |
Navê kadizê ji mîtolojiya kurdan tê [çavkanî hewce ye]. Gorî çîrokê yek dihere diziyê kayê xwedê. Tûrî xwe tijî dike heldide xwe dihere lê tûrî xwe yî qul bûye. Wê lomê li şopa wî wek rîyeka gewr dimê. Li ser vê meseleyê bi vê galaksiyê re dibêjin kadiz. Navê wê yê tirkî jî dîsa wek mîna kurdî ye û ew dibêjin samanyolu (riya kayê). Çima tirkan dibêjin ne bawere lê îhtîmale ku navê xwe ji eynî çîrokê tê.
Lê belê, li gorî Beghyanî Shadî Sharîn [çavkanî hewce ye], bi kurdî "kadiz" ji peyva "kâ-/kah-" û "-diz/-dîz" tê. Lê peyva "diz/dîz" di rastiyê da mehneya "lod, qurch, nijîn" dide û ti têkîliya xwa bi ya "dizz" ra tun e. Di kurdiya kevin da wekî "kasu-daiza-" bû. Bêjeya "dîz" hîn di nav gelek peyvên din yên kurdî da mewcud e (wm.: parêz/parîz < *parî-daiza-, dîsk/dîzik, dîz < *daiza-, payîz < *pati-daiza-). Li gorî nivîskar, ti eleqeya mîtolojiya li jor gotî û bêjenasiya peyvê bi hev ra tun e [çavkanî hewce ye].
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.