From Wikipedia, the free encyclopedia
Joanne "Jo" Rowling, (jdb. 31ê tîrmeha 1965an li Yate, Gloucestershire, Înglistan ) nivîskareke brîtanî ye, ku herî zêde bi rêzeromana Harry Potter tê naskirin. Ew di heman demê de wekî senarîst û hilberîner jî dixebite e.Ew bi bernavê xwe Robert Galbraith jî naskirin.Piştî ku kovara Forbes yekem car di sala 2004an de sermiyana wê bi bi mîlyarek dolarê amerîkî texmîn kir, ew çend sal bû nivîskara herî dewlemend di dîroka cîhanê de.[1]
J. K. Rowling CH OBE HonFRSE FRCPE FRSL | |
---|---|
Navê rastî | Joanne Rowling |
Jidayikbûn | 31ê tîrmeha 1965an (59 salî) Yate, Gloucestershire |
Bernav | Robert Galbraith |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Înglîzî |
Netewe | Înglîz |
Hevwelatî | Brîtanî |
Şêweyê wejêyî | Roman |
Xelat | Xelata Hugo |
Salên çalak | 1997– roja me |
Berhemên navdar | |
| |
Malper | jkrowling |
Şanenav | |
biguhêre |
Li gorî Forbes, Rowling di sala 2020an de di nav nivîskarên jinan de kesê ku herî zêde pere distîne û piştî James Patterson duyem nivîskar e ku herî zêde pere distîne .[2]
Joanne Rowling di sala 1965an de li bajarokê piçûk ê Yate li nêzî Bristol li başûrê rojavayê Înglistanê wek zaroka Anne û Peter Rowling ji dayîk bû.Rowling dûv re tîpa yekem "K" di navê xwe de lê zêde kir, ku tê wateya "Kathleen", ku pêşnavê dapîra wê bû. Dê û bavê wê ji Londonê ne û di adara 1965an de zewicîn. Peter Rowling ji bo Rolls-Royce, Anne Rowling wek alîkara ezmûngehê xebitî.
Malbata Rowling piştî ku Joanne ji dayik bû, çûn Winterbourne, ku wê di sala 1970an de dest bi dibistanê kir. Rowling ji biçûkatiya xwe de dixwest bibe nivîskar. Di pênc-şeş saliya xwe de çîroka xwe ya yekem afirand - ew li ser kêvroşkek bû ku bi sorikê ketibû. Wê ev û çîrokên din ji xwişka xwe Dianne re, ku du sal jê wê piçûktir bû, vedigot.Di sala 1974an de malbata Rowling koçî Tutshill, li nêzî Chepstow, Wales kirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.