From Wikipedia, the free encyclopedia
Hîcret (bi erebî: هِجْرَة, lat. Hîcra, ango bi kurdî: Koç) bi gelemperî bo qesta koça pexamberê Muhemmed û sehabeyên xweyên ji Mekke de berve bajarê Medîne di sala 622an de pêk hatibû, tê gotin. Lê li ber 622an jî di sala 615an de dîsa hin misilman bo zordestiyan koça Habeşîstanê (îroj Etiyopya) kiribû. Di vê koçê de Muhemmed pexamber teva wanên koçgirînî tune bû.
Li pê zordestî û çapên bêpaşên ji hêlê qebîleya Mihemed pexamber, Qureyşê de, dihatinî û dewatekê ji Yesrîb tê re Mihemed pexamber bo koça Medîneyê bîryarê dide. Di îlona sala 622an de Muhemmed pexember bi sehebeyên xwe ve koça Yesrîbê, 320 km. ji Mekke dûr, dike. Paş ko Muhemmed pexember tê wir re bajar êdî wek Medinetûn Nebî (bi kurdî: bajarê Pexember) tê nav kirin. Lê ûn nebî pê re ji navî wê ger dibe û wek Medîne tê nav kirin. Di dema xelîfetiya xelîfe Omer de bi emra wî re salnameya hîvêyê ko bi hîcreta Muhemmed pexember re dest pê dike tê hazir kirin. Gorî wê hesabê roja destpêka hîcretê 16ê tîrmehê wek roja siftêya salnameyê tê girtin. Lê gorî hin dîroknasan, hîcret birast di îlonê de tê holê. Ew texwîma demeka dirêj ji hêlê dewletên misilmanan tê bikaranîn. Bo wê sedemê demên dîrokiyên li ser herêmên misilmanan îroj jî pir caran bi texwîma hîcrî jî tê hesab kirin. Îroj salnameyên rojiyên ko hîcreta Muhemmed pexember referans digirin bi tenê li Îran û Efxanistanê, bi navê Salnameya Îranî, têne bikaranîn.
Sûreyên Qûranê jî ji hêla zaneyên Îslamê wek sûreyên Mekî û Medenî tên parvekirin. Sûreyên wextê ko Muhemmed pexember li Mekkeyê bû jê re hatinî wek Mekî, yên ko wextê ko li Medîneyê bû jê re hatinî jî wek Medenî tên nav kirin.
Her çiqas hîcret di 9ê îlonê de destpêdike jî, destpêka texwîma hîcrî 16ê tîrmehê 622an e.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.