![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/61/Coord_Angle.svg/langku-640px-Coord_Angle.svg.png&w=640&q=50)
Hoke
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hoke, têgînekê ku ji bo terîfkirina nirxa keyanê ku di navbera du raste an jî du tîrêjê de dimîne tê bikaranîn, e. Li gorî ferhenga zaravên teknîkî wateya wê "Koma xalên ji du tîrêjên ku ji heman cihî dest pê dikin" e. Hoke bi yekeyên wekî radyan, pile an jî grad tê pîvandin.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/bf/Angle_Symbol.svg/199px-Angle_Symbol.svg.png)
Gelek cureyên hokeyê hene. Vana tenghoke, hokeya çik, firehhoke, hokeya tam, hokeya dorê, hokeya gir, hokeya navendî, hokeya rast, hokeya tevker, hokeya rasterû û hwd, in.
- Tenghoke: ji 1°yê heta 89°yê.
- Çikhoke: 90°
- Firehhoke: ji 91°yê heta 179°yê.
- Tamhoke: 360°
Hoke, derdora xalekê de bi gerandina rasteyekê pêk tê.