![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/eb/Indo-European_branches_map.svg/langku-640px-Indo-European_branches_map.svg.png&w=640&q=50)
Zimanên hind û ewropî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zimanên hind û ewropî, malbatek zimanî ye ku xwecihiya pirraniya ewropî, deşta Îranê, erdnîgariya Kurdistanê û parzemîna bakurê Hindistanê pê diaxivin. Hinek zimanên ewropî yên vê malbatê, inglîzî, fransî, portûgalî, rûsî, holendî û spanî ku di serdema nûjen de bi kolonyalîzmê ve berfireh bûne û niha li çend parzemînan têne axaftin. Malbata zimanên hevlêzim ên ji Ewropa heta Hindistanê, bi 2.5 milyar axaftinêran a herî mezin li cihanê ye. Lêzimiya zimanên hind û ewropî bi qadên (flexion), (numerus), zayend (genus) û deng hatiye isbatkirin ku kurdî jî endamê wê ye. Malbata Hind û Ewropî li ser çend şax, yan jî bi bin-malbatan hatiye dabeşkirin ku ji wan heşt kom hene ku zimanên wan di roja îro de jî zindî ne. Di nav zimanên zindî albanî, ermenî, balto-slavî, keltî, almanî, helenî, hind û îranî û îtalî ye. Neh beşên din ên vî zimanmalbatê niha hatine jibîrkirin.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/eb/Indo-European_branches_map.svg/320px-Indo-European_branches_map.svg.png)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4f/IndoEuropeanTree.svg/640px-IndoEuropeanTree.svg.png)