From Wikipedia, the free encyclopedia
Împeratoriya Hexamenişî (bi farisî: شاهنشاهی هخامنشی, lat. šâhanšâhi Haxâmaneši; bi latînî: Imperium Achaemenidarum) împeratorî ya mezina neteweyên îranî bûye (559 b.z.–330 b.z.) ko piştî herifyana desthilata pêştir ya neteweyên îranî, Med anko Mîdiyan, desthlata banî ya Îranê girt destê xwe. Di dîroka kevin da ew împeratorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Demezrênerê Hexamenişiyan Kûrûş bû. Navê împeratorî û Xanedana Hexamenişî anko Exmînî (bi farsiya kevn: 𐏃𐎧𐎠𐎶𐎴𐎡𐏁𐎡𐎹, Haxāmanišyaʰ; bi yewnaniya kevn: Ἀχαιμενίδαι, lat. Axaimenídai "kurên Hexameniş"; bi latînî: Achaemenidae) ji damezrênerê xanedaniyê, Hexameniş (bi farsiya kevn: 𐏃𐎧𐎠𐎶𐎴𐎡𐏁, Haxāmaniš; bi yewnaniya kevn: Ἀχαιμένης, lat. Axaiménēs, bi latînî: Achaemenes) e.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên almanî, mecarî û fransî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
|
||||||
Sirûd: |
||||||
Paytext |
32°Bk, 43°Rh | |||||
Zimanên fermî |
|
|||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | keyîtî, teokrasî | |||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | c. 550 b.z. (middle chronology, nêzîkî) | ||||
• | Dema hilweşînê | 330 BCE | ||||
• | Rûerd | 5.500.000 kîlometre çargoşe (500 b.z.) | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 17.000.000 (500 b.z.), 35.000.000 (500 b.z.) |
Li deman demekê, desthilata wê li aliyê rojhilatê digehişt Efxanistan û Pakistana niha, li aliyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li aliyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên Deryaya Reş, li rojava digehişt tevaya Anatolî û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, Sûrî, Ordin, Libnan, Felestîn, Israîl, nîvgizirta Erebî, Misir û parek ji welatê Lîbyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişiyan nêzî 7.5 milyon kîlometirên çargoşe bû.
Ev împeratorî wekî serhildanekê dijberî împeratorî ya Mîdiyan hat avakirin û bi qasekî xurt û bihêz bû ko du caran nêzîk bû tevaya Yewnanistana kevnare bigirt. Li dawiyê jî liser destê Eskenderê Mekedonî herifya. Leşkirê Îskender paytextê Hexamenişiyan, Parsa anko Persepolîs (iroj Textê Cemşîd) şewitand.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.