Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Hesen Silêvanî (jdb 1957'an li gundê Tirkija, devera Silêvaniya, nêzîkî bajarê Zaxoyê, Başûrê Kurdistanê, ji dayîk bûye). Niviskar û helbestvanê kurd û serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd ê Dihokê ye.Karê wergêranê jî dike .
Hesen Silêvanî | |
---|---|
Navê rastî | Hesen Silêvanî |
Jidayikbûn | 1959 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq |
Pîşe | Nivîskar, Rojnamevan |
biguhêre |
Hikûmeta faşîst a berê ya rejîma Be's her zû gundên wan wêran kirin û ereb anîne deverê. Lewre çûne bajêrê Mûsilê. Di sala 1982'an de, dest bi nivîsînê kiriye. Çîrok û helbest jî nivîsêne. Berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî, erebî de, belav kirîne. Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Dihokê (Êketiya Nivîserên Kurd a Dihokê) ye li Başûrê Kurdistanê. Xudiyê kovara Peyv e, kovara nivîskarên kurd li Dihok. Endamê çivata parêzgeha Dihokê ye ji sala 2001'an were bi hilbijartinan.
Heta niha, wî ev berhemên xwe çap kirine:
Dîwaneka helbestan bi navê Hozanên sava di sala 1993'an de, bi tîpên latini çap kiriye.
Balûlka şekirê, kurteçîrok di sala 1994'an de li Stokholma Swêdê, bi tîpên latînî, li weşanxana APEC'ê derxistiye.
Gulistan û şev, kurteromana wî, bi latînî çapa yekê di 1996'an de li Duhokê, çapa duyê di 2000'î de li Duhokê bi tîpên erebi û çapa siyê jî di 1997'an de li Amedê li weşanxana Lîs dîsan bi pîtên latînî derketiye.
Dara û nisrîn, çîrokeke perwerdeyî bi hevkarî di gel niviser Arif Hîto, di sala 1997'an de bo UNICEF'ê hatiye çapkirin.
Pirtûka wî ya herî nû ya bi navê Ew Xanima Henê bi tîpên erebî di 2010'an de li Duhokê derketiye, dû re çapa yekê ya bi tîpên latînî jî di heman salê de di weşanên Lîs hatiye çapkirin.
Eger xwêvizangî gotiba min 2019 Hawar- Duhok . helbestên erebîne bo 26 helbestvanan wergerandîne ser zimanê kurdî
Bêje wan bila min nekujin .2020 çîrokên ji zimanê Erebî wrgêrayn kurdî
Bi zimanê erebî jî, ev pirtûk hene:
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.