Gutî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gutî[1] an jî Kuti, Kurti, Qurti, Kurdu[2] di dirokê de yek ji pêşiyê kurdan e li çiyayê Zagros û li kêlêka çemê Zapê jiyan e, 2700 sal beriya zayînê, dewleteke xurt û serbixwe sazdikin û tênê heta Mezopotamya, lewre axa wir gelek xweş û bijun bû. Di sala 2649'an a pêşiya zayînê de êrîş dibin ser sumer û akadiyan welatê akadiyan ji zevt dikin du qerna wan îdare dikin, peşe di sala 2400'î ya beriya zayînê de bi biraye xwe gele lolora yekbunê çêdikin dewleta wan bi vî rengî gelek xurt û pêşve diçe. Lê piştre li hember akadayî dîsa mexlûb dibin û diçin warê xwe yê kevn çiyayê Zagrosê. Piştre di sala 2270'î ya beriya zayînê de di dema padişahê asûriyan Salmanasarê yekem de bi wan re şereki giran datinin. Navê keyê dawî yê gutiyan Tîrîgan bû.
Guti dema wan de, serdestîya wan pirr mazin hebûya. Bi teybetî, Li dora Çîyayê Cudî û heta ku digihişt ber Zagrosan serdestîya wan mazin hebûya. Ku dikeve bakûrê Şrnaxa Roja me de û ji Şîrnaxa Roja me 35 kîlometre dûr a ji navendê Bajarê dema berê bi navê "finîkê ku Mîrên botan hertimî ji xwe re weke cihekî seyrangehê bihardihînin jî, kirmanên wir, tê gotin û bawer kirin ku ji dema wan in. Kirmanên bilind, peylekê mirovekê i ser hasp sûwar, û hwd, çend ji wan bermehîyên ku mana ji wê demê û hê jî li wir ku heyîna xwe diparêzên in.