Gola Xwê
goleke ava şor / From Wikipedia, the free encyclopedia
Gola Xwê yan jî Gola Avşor (bi tirkî: Tuz Gölü) goleke avşor e ku li herêma Anatolyaya Navîn di navbera sînorên bajarên Enqere, Qonye û Aksarayê de ye. Îro gol ji bo hilberîna xwê tê bikaranîn. Li golê xwê dema ku avên meteorolojiyê di bin erdê de dikevin, domên xwê yên berê hatine çêkirin dihelînin û bi xetên tektonîk ber bi rûyê erdê ve dibin.[1]
Agahiyên Praktîk
Gola Xwê | |
---|---|
Herêm | Anatolyaya Navîn |
Bilindî | 950 m |
Rûber | 1500 km2 |
Dirêjî | 100 km |
Firehî | 80 km |
Kûrahî | 1-2 m |
Koordînat | 38°44′Bk 33°23′Rh |
Cure | Tektonîk |
Bigre
Gol li beşa herî kûr a ku kûrahiyeke tektonîkî ya mezin e û di navbera deştên derdorê de ye. Kurahiya golê bi tevgerên tektonîkî yên di dema Neojenê de pêk hatiye. Ji ber kêmbarîna baranê gol her ku diçe biçûk dibe û îro di bin metirsiya tinebûnê de ye.[1]