From Wikipedia, the free encyclopedia
Gola Ohrîdê (Makedonî: Охридско Езеро "Ohridsko Ezero" - Albanî: Liqeni i Ohrit), goleke li Balkanan di nêvbera başurê rojavayê Komara Makedonyayê û rojhelatê axa Albanyayê de ye ku di nav herêmeka çiyayî de dimîne. Ji aliyê ajalên ku avê de dijîn de ekosîstema Ohrîdê û derdora wê de 200 zêdetir cinsên benderuhê ku mexsûsê wir in hene. Gol bi kûrahiya xwe ya 286 mêtro yê ve, di hemû Ewropayê de gola herî kûr tête hesibandin. Bilindahiya wî ya ji asta behrê 698 metreye. Piştî ku gol hêla UNESCOyê ve di sala 1979 de tevî Kelepora Cîhanê bû, girîngiha golê bêtir zêde bû. Di sala 2010 de NASA yê navê Ohrîdê navê goleka Tîtanê kir ku seyareya herî mezin a Satûrn ê ye.[1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.