Gola Nemrûdê
golekî krater / From Wikipedia, the free encyclopedia
Gola Nemrûdê yan jî Gola krater a Nemrûdê, duyem gola krater a herî mezinê li Cîhanê ye û gola krater a herî mezinê li Kurdistanê ye. Gola krater a Nemrûdê, navê xwe ji çiyayê Stratovolkan a Nemrûdê wergirtiye ku di encama teqîneke volkanîk de li ser heman çiyayê çêbûye. Gola Nemrûdê li rojavayê Gola Wanê di navbera navçeyên bi ser parêzgeha Bidlîsê, navçeyên Tetwan, Xelat û Norşîn de ye.[1] Kratera ku di encama teqînên volkanîk a li nemrûdê pêk hatiye, firehiya jorîn a kraterê 48 km² ye û rûbarê kraterê jî 36 km² ye. Kratera Nemrûdê jiber xwezaya xwe ya taybet her sal di mehên havînê de dibe cihê rawestgeheke geştyarî.
Gola Nemrûdê Gola krater a Nemrûdê | |
---|---|
Herêm | Bakurê Kurdistanê |
Bilindî | 2 247 m |
Rûber | 12.36 km2 |
Dirêjî | 4.9 km |
Firehî | 2.1 km |
Kûrahî | 176 m |
Koordînat | 38°37′10″Bk 42°13′20″Rh |
Cure | Krater |
Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya golê bi navînî bi qasî 100 mêtre ye û xala golê ya herî kûr 176 mêtre ye. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiyên volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê hatiye xwedîkirin û ava wî ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng e, bê bîhn e û tema avê jî wekî ava vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdeyê pH 7.4 e û av hinek bi alkalîn e. Li Gola Nemrudê ku ji aliyê nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.