Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 2017an
From Wikipedia, the free encyclopedia
Giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Rîfirandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, kar û xebatên di rêya serxwebûna Kurdistanê de ye. Piştî sala 2003an ku DYA kete nav axa Îraqê de derfetek mezin ji bo kurdên başûr çêbû ku statuyekê bi dest bixin. Jixwe statuyek jî standin û piştî wê jî kar û xebat di rêya serxwebûnê de dikin. Li sala 2004ê li welat û derveyî welat destnîşan kom kiribûn ku kurd dixwazin serbixwe bibin. Di encamê de 1 milyon 700 hezar destnîşan hatin kom kirin û teslîmî Neteweyen Yekbûyî kirin.[1] Her wisa di kanûna paşîn a 2005ê de jî referandûmeke nefermî hatiye kirin ku pirraniya kurdan serxwebûn dixwast. Niha gehiştiye asta giştpirsiya serxwebûnê. 30ê adara 2017an, serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî António Guterres kir.[2]
Giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, 2017 | ||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Gelo tu dixwazî herêma Kurdistanê û navçeyên kurdistanî yên derveyî herêmê bibine dewleteke serbixwe? | ||||||||||||||||
Cih | Başûrê Kurdistanê | |||||||||||||||
Dem | 25ê îlonê 2017(2017-09-25) | |||||||||||||||
Encam | ||||||||||||||||
|
Di vê civînê de Mesud Barzanî ji di gel sekreterê giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî re gotiye ku di demeke nêz de wê referandûma serxwebûnê were kirin û ji Neteweyên Yekbûyî xwestiye ku alikariya wan bikin.[3][4]
Di 2ê nîsana 2017an de Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser referandûma serxwebûnê û bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê civiyan. Li gor siyasetmedarên kurd ev pengava yekê bû ku li ser giştpirsiyê her du alî kom bûn.[5]
Nûnêrê taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Îraqê di 22ê gulana 2017an de got ku Herêma Kurdistanê di derbarê referandûmê de em agahdar kirine û her wisa lêzêdekir ku gelê Kerkûkê dixwaze bikeve nava Herêma Kurdistanê.[6]
Her wisa Mesud Barzanî di 25ê gulana 2017an de çû Sofiyaya paytexta Bulgaristanê. Li vir li gel serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borissov hevdîtinek pêkanî û ji wi re behsa referandûmê serxwebûnê kir.[7]
Li gor serokê komiteya hilbijartin û giştpirsiyê Hendren Muhammed Neteweyên Yekbûyî wê di giştpirsiyê de bêalî bibin û ji bo ku giştpirsî yasayî bibore wê ofîsan vekin.[8]
14ê îlona 2017ê li Dihokê di navbera Serokatiya Herêma Kurdistanê û Neteweyen Yekgirtî re bi beşdabûna DYA, Almanya, Fransa û Brîtanyayê de hevdîtinek girîng hatiye kirin.