From Wikipedia, the free encyclopedia
Girara subha, subhapîlaw, savara bi mewij cure pîlaweke gelê mehelmî ye, derbasê pêjgeha kurd jî bûye.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (hezîran 2024) |
Vê xwarinê jî para xwe ji asîmîlasyonê Tirkiyeyê girtiye, navê wê jî hatiye tirkîzekirin. Heya salên 1970'yê li Rihayê her kesê bi navê subha binavdikir. Piştî qedexekirinê saziya zimanê tirkî (TDK) navê wê kir üzümlü pilav (pîlawa bi tirî). Lê rihayiyan nedikarîn vê navê bilêvbikin üzümlü kirin üzlemeli.
Înstîtuta patentê ya tirk ev xwarin bi navê üzlemeli türk pilavi bipatent kiriye. Di rastiyê de ne xwarineke kurdî ye, ne jî tirkî, xwarina gelê cîran mehelmiyan e. Mirov nikare xwarina bipatent bike, bike milkê dewlet û neteweyan. Xwarin milkê tevahiya mirovahiyê ye.
Nokê ji êvar de bikin nava avê bila nermijî bibe. Birincê di bikin nava ava kelî, heya sar bû tê de bihêlin. Bi çend avan bişon, bidarivînin. Rûn bidin ser agir, birincê tevlî bikin, biqelînin. Ava goşt berdin navê, 3 deqe di agirê gurr, 3 deqe di agirê normal û paşê jî di agirê nizm (kêm) de bikelînin.
Nokê bixaşînin, bipişirînin, ango qalikên wê bigirin. Bişon, bidarivînin. Mewijan bişon.
Goşt bi tevî hinekê avê bidin ser agir, heya ava xwe kişand bihêlin. 3 SA avê û 1 KÇ ava lîmonê berdin ser, heya nermijî bû bikelînin.
Nok, mewijê tevlî bikin. Paşê jî dimsê û heya tehma xwe girt bikelînin. Beriya ku ji agir daynin, îsota reş û darçînê pê werbikin.
Pîlawê li binikên servîsê belav bikin, quşxaneya goşt, nok, mewij û dimsê jî li ser pîlawê parve bikin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.