Gaza rondikbar
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gaza rondikbar wek gaza rondikrêj, rondik dibarîne jî tê nasîn. Gaza rondikbar çekekê kîmyewî ya nekûjer e ku esebên korneayê hişyar dike yên li çavî û dibe sedema rondikan,janan û hetta koriyê. Gazên rondikbar yên hevpar Spreya bîberê (gaza OC), gaza CS, gaza CR, gaza CN(fenasîl klorîd), nonîvamîd, bromoaseton, ksîlîl bromîd, sîn-propanetiyal-S-oksîd (ji pîvazan) û Mace (têkelbûneke) dihundirîne.
Ajanên rondikbar bigiştî ji bo kontrola serhildanê tê bikaranîn.Bikaranîna van çekan wek ajanên şerên kîmyewî bi dûçûna hinek hevpeymanên navnetewî qedexe ye.Wextê Şerê dinyayê yê yekemîn de, ajanên rondikbar yên toksîktir hatin bikaranîn.