From Wikipedia, the free encyclopedia
Ga komstêreke çerxa felekê (zodyak) ye. Ew di astrolojiyê de bi sembola seriyê ga tê nîşan dan: (Unicode ♉). Ew yek ji komstêra nîvkada bakurî ya ezmana zivistanî, ya di navbera li roava Beran li rohelat Cêwî; li bakur Perseus û Erebevan, li başûr-rojhilat Oryon, li başûr Çem, û li başûr rojava Neheng (Cetus) dimîne ye.
Di meheya îlon û çiriya pêşîn de komstêrka ga êvarî li ser asoya rohelat xwiya dibe. Ew tewrî rind di şevên meheya kanûna pêşîn û kanûna paşîn de tê dîtin. Di meheya adar û nîsanê de ew berbangî li asoya roava tê dîtin. Stêrka Ga ya tewrî ronî Deberan e. Navê wê ji erebî ad-Dabaran (الدبران) tê û wateya wê jî şopîner e. Ew wek çavê ga yê sorê ku li oryonê dinêhêre tê sembolîze kirin. Ew nava ji ber ku ew komika sêwiyan teqîb dike hatiye danîn. Komika sêwiyan li bakur rohilata vê komstêrkê dikeve û ew yek ji komikeke tewrî balkêş e. Ji ber ku heft stêrên wê bi çavên rût dîtbar in ew wek heftxwîşk jî tê bi nav kirin. Seriyê Ga stêrkên Hyadesên bi şiklî V pêk tînin. Stêrkên el Nath û Zeta Tauri jî qiloçên ga pêk tînin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.