Bajarok From Wikipedia, the free encyclopedia
Gêxî,[çavkanî hewce ye] anku Gêẍî (1928: كیغی[2] (Kîẍî), bi tirkî: Kiğı), yek ji navçeyên Çewlîgê ye. Navê wê ji dema Dara yê medan tê. Di dema medan de jê re gotine Keyaxa (ango "keyê keyan"). Di qeydên dîrokî de wekî Keyaxan, Kîxan, Kîxa û Kîga derbas dibe. Rûber 438 km², bilindahî ji rûyê avê 1.430 m ye. 145km ji Çewlîgê dûr e. Gorî hejmartinên sala 2000î hejmara navendê 4.652 û bi giştî jî 6.757 e. 28 gund û 64 mezreyê navçeyê hene. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Di sala 1663î bi Amedê ve, sala 1839î de bi Erzeromê ve, sala 1881î bi Bedlîsê ve, 1926 Erzingan û sala 1936î de bi Çewlîgê ve hatiye girêdan.
Navçeya Gêxiyê | |
---|---|
Koordînat: 39°18′36″Bk 40°20′56″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Bîngol (parêzgeh) |
Serbajar | Gêxî |
Îdarî | |
• Qeymeqam | Bülent Tekbıyıkoğlu |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 28 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 438 km2 (169 sq mi) |
Bilindahî | 1.510 m (4950 ft) |
Nifûs (2008) | 5.672[1] |
• Berbelavî | 13/km2 (30/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 3.913 |
Koda postayê | 12800 |
Koda telefonê | (+90) 426 |
biguhêre |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.