Ferheng: Kurdî-Tirkî (Gazî, 2006)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ferhenga Mustafa Gazî ferhengeke kurdî-tirkî ye.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/ku/3/32/Ferhenga-Mustafa-Gazi.jpg)
Enstîtuya Kurdî ya Amedê di meha tebaxa 2006an de ferhengeke kurdî-tirkî çap kir. Nivîskarê ferhengê Mustafa Gazî ye. Ferheng li ser herêma Qerejdaxê û xebateke taybet e. Ferhenga Mustafa Gazî ji bo enstîtuyên kurdî, zimanzanan, etîmologan û hwd. nimûneyeke balkêş e. Ferheng sed û heftê rûpel e û tê de ji heft hezarî zêdetir bêje û bi sedan biwêj hene.