rojnamevanê tirk From Wikipedia, the free encyclopedia
Fatih Altaylı (bixwîne: Fatîh Altayli) (jdb. 1963 li parêzgeha Wanê) rojnamevan, moderator û nivîskarekî tirk e. Di Habertürkê de birêveberî û pêşkêşvaniya bernameya Teke Tekê dike. Xwedî nêrînên neteweperwer e.
Fatih Altaylı | |
---|---|
Jidayikbûn | 20 îlon 1962 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde |
|
Pîşe | |
Hevjîn | |
Malper | fatihaltayli |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dibistana amadeyî ya Galatasarayê bidawî kiriye. Di rojnameya Cumhuriyetê de wekî nûçegihanê werzişê dest bi rojnamevaniyê kiriye. Sala 1993yê bingeha radyoya Best FMê avêtiye. Sala 1995ê derbasê Show TV û Show Radyoyê bûye, li wir bi qasî salekê xebitiye. Di heman salê de bêjeriya nûçeyan û bernameya Teke Tekê jî daye destpêkirin. Sala 1996ê derbasê koma medyayê ya Doğanê bûye, di Hürriyet, Radyo Dyê de gerînendetiya giştî ya weşanê kiriye.
Altayli di meseleya kurd de, dijberekî tund e. Ev jî bûye sedem ku di warê medya û çapemeniyê de bipêşbikeve, meqamên bilind de kar bike. Di salên 1990î de li bakurê Kurdistanê şerekî dijwar hebû û bi hezaran kurdên sîvîl dihatin kujtin û windakirin. Wê demê Altayli giraniya xebata xwe dabû şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan dihat meşandin. Wî herwiha di lijneya birêveberiya yaneya werzişê Galatasarayê jî kiriye. Marî bûye (zewiciye) û xwedî 2 zarokan e.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.