![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e1/Illustration_Solanum_dulcamara0_clean.png/640px-Illustration_Solanum_dulcamara0_clean.png&w=640&q=50)
Famîleya dendûreşkan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Famîleya dendûreşkan, famîleya amoşkeran, famîleya balîcanan (Solanaceae) famîleyeke riwekan e, di koma dendûreşkan (Solanales) de cih digire. Li ser riwekên kulîlkdar (Magnoliopsida) tê hejmartin. Li Kurdistanê jî gelek ji endamên vê famîleyê diçên.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e1/Illustration_Solanum_dulcamara0_clean.png/640px-Illustration_Solanum_dulcamara0_clean.png)
90 heya 100 cins, bi qasî 2.300 cureyên vê malbatê hene. Di vê malbatê de cinsê (celeb) herî mezin Solanum e ku 1000 heya 2.300 endamên vê cinsê tên hejmartin. Gelek ji endamên vê malbatê bo xwarin û xemlê tên çandin. Ji dendûreşkê re, hilûtirşik, tiriyê rovî, dirik jî dibêjin.