Famîleya baqilan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Famîleya baqilan (navê botanîk Fabaceae) famîleyeke fireh a riwekên kulîlkdar e. Di koma baqilan (Fabales) de cih digire. Piştî famîleya orkîdeyan û famîleya beybûnan sêyem famîleya fireh e.
Agahiyên Praktîk Dabeşandina zanistî, Binefamîle ...
Famîleya baqilan | |
---|---|
Mêwa japonî | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Filûm: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Fabales |
Famîle: | Fabaceae |
Binefamîle[1] | |
| |
Cihê ku famîleya baqilan lê:
Daristanên baranê Nermhewa Giya |
Bigre
Li gorî agahiyên fermî (binêre:Royal Botanical Gardens) 730 cins û bêhtirî 19,400 cureyên riwekan hene di vê komê de. Bi hejmara bêhtirî 2,000 cureyan cinsê herî mezin gonî, darcêwî zêdetirî 900 cure, Wesme nêzîkê 700 cure ye. Cinsekî din ê mezin heye ku Crotalaria, xwediyê 600 cure ye û giyaşîrîn jî 500 cure.