Fîs, Licê
Gundekî Lîceya Diyarbekirê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Fîs (bi tirkî: Ziyaret) li başûrê rojavayê Licê li ser riya Amedê 60 km ji Licê dûr e. Gund li başûrê deşta Fîsê hatiye avakirin. Gundekî bejî ye. Fîs bi xerabeyên Daqnanos tê nas kirin. Li ser riya Licê û Amedê qehweya Deşta Fîsê heye. Ciyê sekna rêwiyan e. Xwarinxane û çayxane li wir hene. Partiya Karkerên Kurdistanê jî li gundê Fîsê hatiye damezrandin. Wek îdare Fîs bi nehiya Hezanê ve girêdayî ye. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Ji salên 50 yî ve li gund dibistan heye. Dewletê navê Ziyaret lê kiriye.
Agahiyên Praktîk Welat, Dewlet ...
Fîs | |
---|---|
Ziyaret | |
Koordînat: 38°20′0″Bk 40°33′44″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Navçe | Licê |
Nahiye | Xîzan |
Bilindahî | 1.015 m (3330 ft) |
Nifûs (2012) | 312[1] |
Koda postayê | 21700 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Bigre
Li gundê Fîsê di roja 27ê çiriya paşîn a 1978an de PKK hat damezrandin.