Gerstêrk
From Wikipedia, the free encyclopedia
Gerstêrk, gerestêr, hesare, rojger, rojgerk, rojgeran, rojgêran, seyare, exter[çavkanî hewce ye] cîsimên esmanî yên Rojbendê ne ku li dor Rojê dizivirin.
Li goreyî Yekîtiya Navneteweyî ya Stêrnasiyê, desteka fermî jibo navlênanên stêrnasî, gerstêrk ji bo dozena Rojêa me wiha dihêt pênaskirin: gerstêrk keristeyekê esmanî ye ko (a) têra giranhêza (gravity) xwe bariste hebit da bikaribit li rastî sertûyê req bin dest bikit û awayekê hevseng ji hevsengiya Hîdrostatîk anko nêzîkî groveriyê bi xwe ve bigrit, (b) li ser dewseka diyarkirî li dor rojê bizivrit û (c) derdora dewsa xwe pakij kir bit.
Dema mirov bi çavan li stêran dinihêre, li esmanan diçûrisin, ronahiya wan vêdikeve û vedimire. Ji ber ku ew gelekî dûr in û ronahiya wan lawaz e, ew ronahî di rê de dişikê. Ji ber vê jî mirov dibêje qey stêrk vêdikevin û vedimirin. Lê gerstêrk ne wisa ne. Ronahiya wan sabît e, ronîtir xuya dikin.
Li goreyî vê pênaskirinê, dozena Roja me 8 gerstêrk hene: Tîr, Gelawêj, Erd, Behram, Bercîs, Keywan, Uranûs û Neptûn.