Erdîş (bi tirkî: Erciş) yek ji navçeyên Wanê ye. Navbera Erdîş û Wanê 100 Km ye. Aliyê navçê yê bakûr, Tepeyê Zernakol wekî milekî hemêz kiriye. Li aliyê navçeyê başûr Gola Wanê cih digire. Li aliyê rojavayê navçê, ji Geliyê Zîlan Çemê Zîlanê berbi Gola Wanê diherike. Beriya Serhildanên Agirî girêdayî bajarê Agirî bû, piştî têk çûyîna kurdên Agirî, navçe ji wanê ve hate girêdan Rûber 2.115km² ye. Hejmara niştecihên navendê 78.397 û bi giştî jî 145.229 e. 2 nehiye 85 gund û 39 mezre girêdayî navçeyê ne. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî bazirganî jî pêşketiye. Mezintirîn navçeya Wanê ye.

Agahiyên Praktîk Welat, Dewlet ...
Erdîş
Erciş
Thumb
Navçeya Erdîşê
Thumb
Erdîş
Erdîş
Thumb
Erdîş
Erdîş
Koordînat: 39°1′44″Bk 43°21′33″Rh
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehWan (parêzgeh)
SerbajarErdîş
Hejmara nahiyeyan3 nahiye
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan85 gund
Qada rûerdê
  Giştî2.115 km2 (817 sq mi)
Bilindahî
1.690 m (5540 ft)
Nifûs
 (2008)
154.499[1]
  Berbelavî73/km2 (190/sq mi)
  Serbajar
 (2008)
73.733
Koda postayê
65400
Koda telefonê(+90) 432
Thumb
biguhêreBelge
Bigre

Di qeydên dîrokî de wekî Erdîş, Ardaş, Arzaş, Arzaşkû derbasdibe. Gel ji Kurdan pêk tê. Herwekî hin koçberên ku dewleta Tirk bicihkirine jî henin.

Li gor lêkolîner Kerem Serhedî navê navçeyê ji Erdeşêrê kurê Babik tê, ku li wir Kela Zirnekolê heye.

Li navçeyê Keleha Aganîs jî hebûye, keleheke biçûk bûye, cihê ermenan bûye. Lê li gor Kerem Serhedî ew der jî di nav Gola Wanê de maye.

Li navçeyê Geliyê Zîlan bi navê Şarê Baz gundek heye, ji aliyê Bazê kurê Dostik ve hatiye avakirin. Ewliya Çelebî di seyahatnameya xwe de behsa medrese, mizgeft û hemamên wê dike.

Çavkanî

Girêdanên derve

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.