Zimannasê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Emîr Hesenpûr (li cîhana rojavayî Amir Hassanpour) (jdb. 10ê tebaxa 1943an, Mehabad - m. 24ê hezîrana 2017an, Toronto, Kanada) rewşenbîr û zimannasê kurd ê rojhilata Kurdistanê bû. Sala 1964an ji zanîngeha Tehranê dîplomaya pisporiya zimanê îngilîzî wergirtiye. Bi xwe jî di nava salên 1965-1966an de dersdarî kiriye.Sala 1968 dest bi pewerdeya lîguîstîkê dike û mastera xwe sala 1970yî bi dawî dike. Perwerdeya doktorayê jî sala 1972an diqedîne. Diçe zanîgeha Illinois a DYAyê, li ser komunîkasyonê ders digire. Sala 1989ê de payeya profesoriyê bi xebata xwe ya li ser zimanê kurdî digire: ("The language factor in national development: The standardization of the Kurdish language, 1918-1985").
Emîr Hesenpûr | |
---|---|
Jidayikbûn | 17 çiriya paşîn 1943 |
Mirin | 24 hezîran 2017 Toronto |
Hevwelatî | Îran |
Perwerde |
|
Pîşe | |
Hevjîn | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ji sala 1986an ve li Kanadayê dijî û di zanîgehên cuda de dersan dide. Bi taybetî li ser mediyan, nakokî û demokrasiya neteweperweriyê, nîjadkujî û tevgerên civakî, nakokiyên etnîkî lêkolîn kiriye.
Ew bi Şehrazad Mocab, (Shahrzad Mojab) re marî bû (zewiciye).
Profesor Emîr Hesenpûr di 24ê xizîrana 2017an de li Torontoyê (Kanada) çû ber dilovaniya Xwedê.
Ev gotara ji bo kurdekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.