Ehmedê Merwan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ehmedê Merwan, an Nasiruddewle Ehmed ibn Merwan an (Ehmedê kurê Merwan) li gundê Kormasê yê girêdayî Şêrwanê hatiye dinyayê. Ji eşîra (Hamidi) Humediyye, milê Charbuhtiyye ye. Zavayê Mervan ê bi navê Baz bîn Dostek lawazketina nifuza Hamadiyan ya li Amedê û Cizîrê wekî firsandekê dibîne û gelek eşîrên kurd ên wekî Beşneviyye Buhatiyye ve Hakkariyye li dora xwe dicivîne. Li ser kuştina Baz a di şerekî li Mûsilê, birayê Nasruddewle yê mezin Ebû Elî Hesen Merwan hate Heskîfê û bingeha dewleta Merwanî avêt. Piştî mirina Ebû Elî birayê wî Sa'd ket şûna wî. Piştî ku Sa'd li Licê bi êrîşekê hate kuştin, Nasiruddevle çûye Farqînê û li ser serê dewleta Kurdan Mervanî rûniştiye.
Nasiruddewle Ehmed ibn Merwan Ehmedê kurê Merwan | |
---|---|
Jidayikbûn | ? |
Mirin | 1061 |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Merwanî |
Pîşe | Hukumdar |
Dîn | Îslam |
biguhêre![]() |
Sînorê welatê xwe li rojhilatê heta Erdîşê, li rojavayê Xarpêtê, li başûr heta Nisêbînê, li bakur heta Mûşê berfireh kiriye. Çemê Muradê sînore di navbera Merwaniyan û Bîzansiyan de bû.
Nasiruddevle Piştî ku li welatê xwe aramî pêk anî, îcar dest bi xebatên îmarê kir. Parastina xwe xurt kir. Li Farqînê nexweşxane, xan hemam, sûk, pir, kuleya saetê û camî ava kir û pê ra cihokên mezin ên avê vekir. Bajarê Nasriyyeyê ava kir. Bi devletên cîran aşîtî pêk anî.
Li welatê xwe xweşdîtina di navbera olan de derxist pêş. Farqîn bû navendeke girîng a zanînê ya wê serdemê. Gelek lêkolîner, wêjekar û oldaran li wir şert û mercên xebata bi azadî dîtin.
Welatê xwe 50 salan bi edaletê tev gerand. Pirbûn, zêdebûn û bereket li her derê welat geş bibû.