Deryaya Reş
From Wikipedia, the free encyclopedia
Deryaya Reş (bi yewnaniya kevn: Πόντος Εὔξεινος, lat. Póntos Eúkseinos, bi latînî: Pontus Euxinus) deryayeke marjînal e ku navbera parzemînên Ewropa û Asyayê de ye. Deryaya Reş di navbera rojhilatê Balkanan, başûrê Deşta Ewropaya Rojhilat, rojavayê Qafkasyayê û bakurê Anatolyayê de ye. Deryaya ji aliyê çemên sereke bi taybetî ji aliyê çemên wekê Çemê Dunayê, Çemê Nîpirê û Çemê Nîstirê ve tê xwedî kirin.
Deryaya Reş
| |
---|---|
43°25′Bk 34°16′Rh | |
Dewlet | Bulgaristan, Rûsya, Ûkrayna, Romanya, Tirkiye, Gurcistan, Republic of Abkhazia |
Welatê tejaneya çem | Bulgaristan, Gurcistan, Rûsya, Romanya, Tirkiye, Ûkrayna |
Dirêjbûn | 1175 km |
Pêk tê ji |
|
Rûerd | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Deryaya Reş 436.400 km² rûav werdigire (Behra Azovê tê de nîne) kûrahiya ya herî kûrê deryayê 2.212 mêtre ye û qebareya giştî ya deryayê 547.000 km³ e.[1][2][3] Piraniya qeraxa deryayê xwedê çiyayên bilind in ku ev bilindî li başûr Çiyayên Pontîkê li başûrê rojava bilindahiyên nîvgiravên başûrê rojava, li rojhilat Çiyayên Qefqasyayê û li bakur jî Çiyayên Kirimê ne. Xalên herî dirêj ên di navbera rojhilat û rojava de bi qasî 1.175 kîlomêtre ye.[4] Bajarên girîng ên ku li ser peravê Deryaya Reş hatine avakirin ev in: (li gorî demjimêrên Bosporusê) Burgas, Varna, Konstanța, Odesa, Sevastopol, Novorossiysk, Soçî, Potî, Batûm, Trebzon û Samsun ne.