From Wikipedia, the free encyclopedia
Dergûşa şaristaniyê an jî dergûşa medeniyetê[1] cih û kulturek e ku şaristanî ji aliyê mirovan ve bi awayekî serbixwe ji şaristaniyên din ên li cihên din hatiye afirandin. Çêbûna jîngehên bajarî taybetmendiya sereke ye ji bo civakekê ku wekî "şaristanî" were binavkirin. Di nav taybetmendiyên din ên şaristaniyê de hebûna nifûseke nekoçer, mîmariya miezzem, hebûna sinifên civakî û newekheviyê, û afirandina pergaleke nivîsînê ji bo ragihandinê hene. Derbasbûna ji civakên sade ber bi civaka tevlihev a şaristaniyekê gav bi gav pêk tê.
Zanyar bi gelemperî şeş dergûşên şaristaniyê qebûl dikin. Tê bawerkirin ku Mezopotamya, Misira kevnare, Hindistana kevnare û Çîna kevnare di Cîhana kevnare de şaristaniyên herî kevn in.[2][3][4] Şaristaniya Caral-Supeyê ya herêmên berav ya Perûyê û şaristaniya Olmecê ya Meksîkayê dergûşên şaristaniyê yên li Cîhana nû (li Amerîkayan) ne.
Hemû dergûşên şaristaniyê debara xwe bi çandiniyê kirine (belkî ji bilî Caral-Supeyê ku dibe bi kereseyên deryayî di destpêkê de debara xwe kiribin).
Gotina "dergûşa şaristaniyê" bi gelemperî ji bo şaristaniyên tarîxî yên din jî tê bikaranîn, bi taybetî ji bo Yewnanîstanê ku jê re "dergûşa şaristaniya rojavayî" tê gotin.
Zanyar berê digotin şaristanî ji Hîlala Berhemdar derketiye û ji ber bandorê ji wir belav bûye.[5] Lêbelê, niha bawer dikin şaristanî bi awayekî serbixwe li çend cihên cuda li her du nîvkadên erdê de derketine holê. Wan dît ku pêşveçûnên civakî û çandî di demên cuda de rû dane. Civatên "rûniştî" û "koçer" bi awayekî berbiçav bi hev re têkilî dianîn; di navbera komên çandî de cudahiyekî mezin tinebû. Têgiha dergûşa şaristaniyê bala xwe dide cihê ku niştecihan bajar ava kirin, pergalên nivîsîne çêkirin, teknîkên çêkirina cerran û bikaranîna metalan ceribandine, heywan kedî kirin û pêkhateyên civakî yên tevlihev wekî pergalên sinifan çêkirin.[6]
Zanyar bi gelemperî şeş deverên ku şaristanî ji hev serbixwe derketiye destnîşan dikin:[7][8][9][10][11][12][13]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.