From Wikipedia, the free encyclopedia
Dengê Penaber, kovarek e, li Almanyayê ji hin kesên ku li kampên penaberan dijîn ve, hatiye weşandin.
Hejmara yekem di sala 2000´î de derhatiye. Vê kovarê bi çar zimanî weşan kiriye (kurdî, tirkî, almanî û îngilîzî). Serî de wekî mehane hatiye plankirin lê paşê bûye demsalane. Bi giştî 13 hejmar hatine çapkirin.
Mijar û naveroka kovarê bi giştî penaberî bûye. Li ser bergê kovarê "Kovara demokratîk, serbixwe, hûmanîter a penaberên Kurd" dinivîsîne. Damezirêner û berpirsiyarê karê nivîsaran, bi navê Îlhan Ergîncî kesekê ji herêma Serhedê bûye. Komîteya karê nivîsaran ji kurdên ku zaraveyê kirmanckî (kirdkî-dimilkî-zazakî) diaxivin pêkhatiye.
Hejmara rûpelên kovarê 32 bûye. Navenda kovarê li kampeke penaberan a li bajarê Ueckermünde yê li federedewleta Mecklenburg-Vorpommernê bûye. Ueckermünde nêzîkî sînorê Polonyayê ye.
Bi qasî demeke dirêj malpera vê kovarê jî hebû, lê niha nîne. Kovar bi alîkariya penaberan li piraniya welatên Ewropa hatiye belavkirin. Ji ber ku kovareke serbixwe bûye, ango bi hêza penaberên li kampan dijîn derketiye, kedkarên vê kovarê rastî gelekî astengiyan hatine.
Kovarê herwiha cihekê mezin bo pêkenok û henekên penaberan veqetandiye.
Ji xeynî nivîsar û helbestên bi îngilîzî û almanî, gelek jî nameyên xwendevanan hatine weşandin. Pirranî tirkî hatiye bikaranîn. Nivîsen bi kurdî, bi zaraveyên dimilkî û kurmancî hatine nivîsandin. Di du nivîsaran de zaraveyê soranî (tîpên latînî) jî hatiye bikaranîn.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.