Daçekên kurdî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Eger em bixwazin bi kurtî rave bikin, em dikarin bibêjin ku daçek ango prepozîsyon (îng. preposition) hin peyvikên alîkar in ku dikevin pêşiya peyvên serekî û pêwendî û têkiliya wan diyar dikin yan jî cî, dem û hwd. ji me re eşkere dikin. Tevî ku ti şaxek rêzimanî yê zimanê kurdî bi qasî pêwîst nehatiye lêkolandin jî, li gor hayjêbûna min, herî kêm li ser rola daçekan hatiye rawestîn. Lê ev peyvikên biçûk rolek gelekî bingehîn di ziman de dilîzin loma pêwîstî bi vekirina gotûbêjê li ser wan heye. Ta niha ez bi kêm zimanan hesîme ku tê de bi qasî zimanê kurdî daçek zaf hebin. Lê çi mixabin ku ev dewlemendiya daçekan, mîna dewlemendiya her biwar û şaxên din jî ên zimanê me yê şîrîn, li gor zengîniya gencîneya xwe nayê xebitandin. Herwiha ne gelekî ji rastiyê dûr e eger em îddîa bikin ku hin daçek jî bi berdewamî ne li ciyê xwe yê rast tên xebitandin û pirr şaşîtî jî di bikaranîna wan de tê kirin. Ji berî ku em dest bi ferisandin ango analîzandina kitekit a daçek û paşdaçekan bikin, em dikarin vê mînaka sade bidin:
![]() |
![]() | Dibe ku islûb û şêwaza ku di vê gotarê de tê emilandin ne islûbeke ensîklopedîk be. |
-li malê
-di malê ve
-di malê de
Tevî ku ya pêşîn herî zêde bê xebitandin jî, pirranî caran herduyên paştir jî li şûna wê û bi mebesta wateya wê tên bikaranîn. Lê di rastiyê de di herduyên paştir de daçek ew qas bandorek tûj li peyva "mal" dikin ku êdî di wan herdu biwêjan de bêjeya "mal" bi wateya xwe ya asayî namîne. "Di malê ve" bi zimanê gelêrî tê wateya "di xanî ve" û "di malê de" jî tê wateya "di malbatê/aîleyê/famîlyayê de". Mînak: "Li derve sar bû; ez çûm hundur û di malê ve li ber argûna hilkirî/vêxistî rûniştim." Û "Di malê de mêrek tine ye ku vê zivistanê biçe nêçîr û kewgîrê." Problema lêkolîn û jênivîsîna daçekan ew e ku - berevajî lêker û nomînan (navdêr, rengdêr, hejmar û cînav) - mirov nikare bi awayek giştî li ser wan rabiweste. Tenak gengazî ew e ku ew yek bi yek bên ferisandin û erkên her yekê ji wan bên destnîşankirin.