parêzgehekê Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Parêzgeha Dêrsimê (1946: Tunceli[1]; bi tirkî: Tunceli İli), parêzgeheke Komara Tirkiyeyê (bakurê Kurdistanê) ye. Navenda vê parêzgehê bajarê Mamekî ye.
Parêzgeha Dêrsimê Tunceli | |
Koda parêzgehê: 62 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Mamekî |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) | 86.449 kes |
Rûerd | 7.774 km2 |
Berbelavî | 11,1 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 8 navçe |
Hejmara bajarokan | 10 bajarok |
Hejmara gundan | 382 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 428 |
Bajar di nav parelelên 39° 36´ û 38° 46´ bakûr û meridyenên 38° 19´ û 40° 26´ rohilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr û rojava bi Erzîngan, li başur û rohilat jî bi Elezîz re tê girêdan. Pîvana erda bajar 7.774 km² ye. Ji vî erdî ji % 69,9 ji çiyayan pêk tê. Hejmara deşt û platoyan jî 30,1 % e. Li herêmê tene genim, titûn, fasîle/fasûlî, kixsên şekir, gûz û tirî tên çandin.
Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[2], di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[3] Bi vî havî Dêrsim di sala 1936an de di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz û Diyarbekirê di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.