Cibrayîl
firîşte / From Wikipedia, the free encyclopedia
Cibrayîl (bi îbranî: גַּבְרִיאֵל, Gavrî-El, bi erebî: جبرائيل, Jabra'îl) di dînên birahîmî (cihûtî, xiristiyanî û îslam) de, yek ji firîşteyên[ferhengok 1] sereke ye. Mizgîna bûyîna Îsa pêxember daye Meryemê. Di dînê xiristiyaniyê de di dirûvê keçekê de tê sêwirandin.
Di cihûtiyê de bi tevî Mîxayîl tê pesinandin herdu bi hev re wekî zêr û zêvî tên binavkirin. Heger Mîxayîl ji berfê be, Cibrayîl ji agir e. Herdu firîşte bi navê Sodom û Gomore derbasî wêjeyê jî bûne.[çavkanî hewce ye]