From Wikipedia, the free encyclopedia
Can Dündar (jdb. 16 hezîran 1961, Enqere) lêgerîner, rojnamevan, derhênerê dokumanteran ê tirk e.[1]
Can Dündar | |
---|---|
Jidayikbûn | 16 hezîran 1961 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwerde |
|
Pîşe | |
Meqam | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Dibistana amadeyî li Lîseya Enqereyê ya Ataturk bi dawî kiriye. 1982yê ji Fakulteya Zanistên Siyasî yaa zanîngeha Enqereyê destûrdar bûye. Wî di çapemeniya tirkî mîna Yankı, Hürriyet, Nokta, Haftaya Bakış, Söz û Tempo de nivîsiye. Sala 1986ê li Brîtanyayê di dibistana London School of Journalism de dixwîne.[2]
Di Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) beşên zanînên aborî - gerînendeyî û birêvebirina gelemperiyê de, perwerdeyê dibîne.
Sala 1988ê dikeve medyayê, ti saziya fermî ya dewletê TRTê de dest bi kar dike. Herwiha di kovarên Aktüel û Yeni Yüzyıl û rojnameyên tirkî Sabah û Milliyet de nivîsiye. Niha jî di rojnameya Milliyet de kar dike.[çavkanî hewce ye]
Gorî hinekan ve ew kemalîstek e.[çavkanî hewce ye] Gelek jî wî wekî demokratek bibîrdixin.[çavkanî hewce ye] Dixwaze astengiyên pêşiya çand û zimanê kurd rabin. Lê bo tayînkirina çarenusa kurdan, wekî kemalîst û çepa tirkî difikire. Ango qedera kurdan bi berjewendiyên tirkan ve girê dide.[çavkanî hewce ye]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.