Nivîskarê kurd From Wikipedia, the free encyclopedia
Bûbê Eser (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1955an li gundê Xozberiya, Dêrika Çiyayê Mazî), nivîskarekî kurd e.
Bûbê Eser | |
---|---|
Jidayikbûn | 1955 |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bûbê Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973yê de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê Akademiya Zanistiyên Aborî û Bazirganî (bi tirkî: Ankara İktisadi Ticari İlimler Akademisi) kir.
Di sala dawîn de ko wî yê zanîngehe xwe biqedanda, polîsan di dîroka 2ê sibata sala 1980yî de li Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di îşkencê û nêzîkê sê salan jî li girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ko navê wê "5 nolu" bûyî ma û di 19ê gulana sala 1983an de ji girtîgehê hat berdan.
Piştî berdana xwe ya girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexweşiya xwe mecbûr ma ko welatê xwe biterkîne.
Ew di 24ê çiriya paşîn a 1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.
Bûbê Eser ji sala 1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ko li ser rewşa wê girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav Weşanên Roja Nû de hatiye weşandin. Ew roman bi zimanê yewnanî jî hatiye wergerandin û weşandin. Her weha wî di Kovara Niştiman, Berbang, Nûdem û di Roja Nû de nivîsî ye. Wî di rojnameya Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvî de nivîsî ye û niha jî nivîskarekî rojnameya Dema Nû ye.
Bûbê Eser niha di malpera înternetê ya bi navê nerinaazad.netê de gotarên xwe dinivîse.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.