Borşç
From Wikipedia, the free encyclopedia
Borşç (bi ûkraynayî û rûsî: борщ, borşç, polonî: barszcz) şorbeyek ji şêlimê (binerd, şelxam) ye ku li seranser rojhilatê Ewropayê tê zanîn û xwarin. Xwarineke slavî ye. Bi texmînî navê xwe ji bêjeya slavî ya tê wateya „dardaroka mendoyê, pelên ku dişibin ên mendo yan kerengê“ girtiye. Kurd jî mendoyê dixwin û di serdema navîn de li Rûsyayê tevlî xwarinan dikirine. Kurd mendoyê bi xavî dixwin lê tevlî xwarinan dikin an na nayê zanîn. Xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e.
Di dema YKSSê de li seranser welatên Sovyetê belav bûye. Herwiha kurdên Sovyetê jî vê xwarinê nas dikin û dixwin. Bo navroj û şîvê ye. Beriya ku bê ser destexaneyê (sifre) bi krema, biharbêhnên teze (pirranî hêliz-pîjinda-şiwît), herwiha sîrim, bexdenûsê tê çêjdarkirin. Ûkraynayî rûnê sîrê yê bi xwêyê bi kar tînin û bi nanê teze dixwin. Li hin heremên Almanyayê jî bi navê Beetenbartsch tê xwarin.
Rûs û ûkraynayî ji kartol, pîvaz, kelema spî, gizêr, fringî û goştê dewarê çêdikin. Polonî bi çend awayên din jî dixwin.